Kampa koçberên Efrînê li herêma Şahba ji sala 2018an ve - Jêdera wêneyê: Lêlûn
Kampa koçberên Efrînê li herêma Şahba ji sala 2018an ve - Jêdera wêneyê: Lêlûn

Ji wê rojê ve, tirs û xofeke girtan girt ser me

Wexta ku ez bîranînên xwe yên berê li Efrînê tînim bîra xwe, nava dilê min tijî êş dibe, ez nikarim hûrguliyên jiyana xwe ya berê bînim ziman.! Ez bi zarok û hevjînê xwe re bûn, me jiyanek bi ewle jiyan dikir, rewşa me ya aborî jî pir baş bû. Hevjînê min bazirgan bû û dikaneke mezin a cil û bergan li kolana Vêlat a li navenda bajarê Efrînê vekiribû, rewşa me baş derbas dibû, ta ew lanet li me hat!

Wê demê ez û zarokên xwe çûbûn serdana malbeta xwe, di gava firavînê de me dengek bihîst, bi wî dengî re mal giştî hejiya, em bi lez reviyan odeya paşîn û ji tirsa re me dagirî. Di heman demê de birayê min “Ehemed“ derket derve da ku bizanibe ev deng ji ku derê hat, xuya bû ku dengê êrîşeke ezmanî ya tirkan li ser herêma me ye.

Ji wê rojê ve, tirseke mezin kete dilê min û zarokên min. Rojine gelek zehmet bûn, roj bi roj ji ber tirs û dengê topbaranê û bihîstina nûçeyên qurbaniyên topbrana bêserûber ku ji bo nexweşxaneya Avrîn (a li hemberî balkona min bi ser kolana sereke ya bajêr ve “Kolana Reco”) dihatin veguhestin, rewşa me ya derûnî xirabtir dibû. Di 3`ê adara 2018`an de hevjînê min biryar da ku me rê bike bajarok; Ehrezê y; girêdayî herêma “Şehbayê” bi hêviya ku di demeke nêz de aramî li bajêr çêbibe û em vegerin. Ji bilî du çenteyan ku tê de cilên zarokan, tiştên min yên girîng û cilên ku min li xwe kiribûn me tiştek din bi xwe re dernexist. Di wê demê de hevjînê min da ku li ser karê xwe bimîne û karmendên dikana xwe ya cil û pêlavan “LC WAI KIKI” bi rê ve bibe ji bajêr derneket.

Piştî derbasbûna çend rojan, rewşa ewlehiyê li bajêr xirabtir bû û hevjînê min tevî malbata xwe ketin dorpêçê, ez û zarokên xwe bi pênc malbatan re di odeyekê de bi cih bûbûn, me gelek zehmetî ji aliyê peydakirina xwarin û vexwarinê ve dikişand. Dema ku derfeteke serşûştinê û odeyeke razanê ji ya duh mezintir bi dest me diket, em kêfxweş dibûn.

Di 16`ê adara 2018`an hevjînê min karîbû tevî malbata min di rêya Çiyayê Lêlûnê re ji Efrînê derkevin, du rojan di rê de man heya gihaştin me.

Di wê demê de ji ber ku hevjînê min nikarî tiştên di dikana xwe de derxîne rastî ziyaneke baziraganiyê ya giran hat, piştî ku çete derbasî Efrînê bûn depo û hemû kelûpelên tê de destser kirin û dizîn. Ziyana ku hevjînê min winda kiriye nêzî 200,000 dolarê emerîkî bû. Ji bo ku diziya xwe rewa bikin jî, çeteyan tewana ku hevjînê min bi Rêveberiya Xweser re kar kiriye tê dan.

Dema ku hevjînê min gihîşt herêma Şehbayê hat bajarokê “Ehrezê” bi hêviya ku em di rojên pêş de vegerin malên xwe, ta ku ev roj bûn hefte, meh û sal û em li wir bi cih bûn û rastî gelek zehmetiyan hatin, her wiha ji ber rewş û zextên derûnî yên me jiyan dikirin, hevjînê min pirsgirêkeke tenduristî derbas kir ku di encamê de jî beriya niha bi du salan wî jiyana xwe ji dest da “yanî di 2021’ê de”.

Dema ku ez behsa wan heyamên dijwar ên ku em tê re derbas bûne dikim, ez bawer nakim çawa min ev demên zehmet derbas kirin û ez bûm dayîkeke bihêz ku zarokên xwe xwedî dike û pêdiviyên wan tevî astengiyan jî pêk tîne.

Ez niha jinbiyek im û dayîka sê zarokan im, bi rêyên peydakirina debara malbata xwe û belavkirina aramiyê di hundirê wan de, ez gelek zehmetiyan dikşînim, ji ber ku herêma em lê dijîn her dem rastî êrîşên komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk tên.

Cihekî min tuneye ku ez pê ve biçim û jiyan li herêmên din ên Sûriyê pir zehmet e, herî kêm li vir bi saya alîkariyên mehane em xwe bi rêve dibin. Ev rewşa ku em tê re derbas dibin min qet xeyal nedikir ku wê rojek were serê me, jiyana me niha cudatirî jiyana ku me li Efrînê jiyan dikir, gelekî guherî û serûbin hev bû.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *